Mîtînga Yenîkapiyê: Em ê sibê faşîzma AKP-MHP'ê têk bibin

Di mitînga fînalê ya Partiya Çepên Kesk a li Qada Yenîkapi ya Stenbolê de hat diyarkirin ku wê sibê faşîzma AKP-MHP’ê têk biçe û banga parastina sindoqan hat kirin.

Partiya Çepên Kesk bi tevlibûna dehhezaran kesan li Qada Yenîkapi ya Stenbolê mitînga fînalê li dar xist. Bi dehhezaran kesan gotin ku wê di 14’ê Gulanê de îktîdara AKP-MHP’ê bi dawî bikin. Mitîng bi dirûşma “Destpêka muhteşem” hate lidarxistin û Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê Partiya Kewê (EMEP) Ercument Akdenîz, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk, Berdevkê Demê yê Federesyona Meclisên Sosyalîst (SMF) Bariş Kayaoglû û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê herêma 1’emîn ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder weke axêver tev li mitîngê bûn. 

Bi dehhezaran kesên ji her reng û dengan bi kelecana hilbijartinê û bi biryardariya têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê qada mitîngê tije kirin û bi yek carê alayên Partiya Çepên Kesk bilind kirin. Her wiha li ber stranên Kurdî xelekên govenwê gerandin û dîmenên rengîn derketin. Rojeva sereke ya bi dehhezaran kesên li qawê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û dovîza “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û pankarta “Em tevgera vegera li dîrokê li evînê ne. Em li pey nemiriyê ne” mohra xwe li mitîngê dan. 

Di mitîngê de derheqê gelek mijarên civakî de peyam hatin dayîn. Peywirdarên cemaweriyê bi pankarta “Ew wê biçin KHK’î wê bi ser kevin” cih girtin û her wiha wêneyê muzîkjenê kolanê Cîhan Aymaz jî hatin rakirin ku dema li Kadikoyê stran digotin hatibû qetilkirin. 

Ji 7 salî heta 70’ê salî her kes herikî qada mitîngê û tevlibûna zêde ya jin û ciwanan bal dikişand. Di mitîngê de bênavber dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin. Her wiha pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê û Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd jî bi gotina “Bi tena serê xwe rizgarî tune ye, yan em tevek bi hev re yan jî tu kes ji me” di mitîngê de cih girtin. 

DAG: EM Ê KOMKUJIYAN BÎNIN BÎRA XWE Û BIÇIN SER SINDOQAN

Mitînga biheybet, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. Piştre jî namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk hatin danasîn. Namzeta parlamenteriyê Dersim Dag axaftina destpêkê kir û girse bi Kurdî û Tirkî silav kir. Dag, got ku divê komkujiyên di dema AKP’ê de hatine kirin neyên jibîrkirin û bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Dag; wiha got: “Ev dar sembola jiyanê ye. Berxwedana me pîroz be.” 

AKDENÎZ: BAY BAY YEKZILAM!

Piştre jî Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz axivî û ev tişt anî ziman: “Gelo hûn amade ne ku em desthilata heramzadeyan hilweşînin? Di 14’ê Gulanê de diyariya herî xweşik, têkbirina AKP-MHP’ê ye. Ey yekzilam, hem li jêr hem jî li jor bo te dawiya rê xuya dike. Bay bay yekzilam. Nifirên dayikên me hene. Di erdhejê de dayikên me dan girî. Zarokan jiyana xwe ji dest dan û dayik giriyan. Lê wan ji xwe re kon firotin.” Akdenîz, dayika Ugur Çolak ê ku di teqîna madenê ya li Soma ya Manîsayê de jiyana xwe ji dest dayî Gulsum Çolak vexwend ser dikê. Çolak, got: “Em hêj jî li edaletê digerin.” 

GUMUŞTAŞ: EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN

Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî got ku wê soza xwe ya ji bo rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnas û ciwanên welatparêz ê niha di zindanan de bigirin û wiha domand: “Hezaran silavan ji bo Gultanê, Sebahatê, hemû girtiyan, ji bo şehîwên xwe û nemirên xwe dişînin. Têkoşîna wan ser serê me ye ser çavên me ye. Serkeftin, deynê stûyê me ye.” Di vê navberê de girseyê dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Gumuştaş, wiha pê de çû: “Em li her derê vê dirûşmê berz dikin, em ê bi berxwedanê bi ser kevin. Em li vê qawê dîsa dibêjin; em li vir in, em hene, hûn wê biçin, em ê bi ser kevin.” 

OZTURK: EM BIBIN YEK Û BI SER KEVIN

Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk jî destnîşan kir ku wê bi saya têkoşîna hevpar a gelan îktîdara AKP-MHP’ê têk bibin. Ozturk, wiha dom kir: “Tu kes padîşah nîne, qral nîne lê ev gele di 14’ê Gulanê de bo te hereketeke mîna ya qralan bike. Heke yên hildiberînin ev gel be, wê demê divê ev gel birêve bibe. Em hemû dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em bibin yek û bi ser kevin. Bila serkeftin a me be.” 

KÛŞ: EM Ê SIBÊ TARÎTIYÊ TÊK BIBIN

Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Nîlay Kuş jî daxuyand ku wê vê tarîtiyê sibe têk bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pir ditirsin ku wê kursiyên xwe yên 21 salan winda bikin. Hewl dan xebatên me yên hilbijartinê astenb bikin, êrişî bûroyên me yên hilbijartinê kirin. Lê nekarin astenb bikin, vaye em li vir in.” Di vê navberê de girseyê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kir. 

ONDER: HER TIŞTÊ WAN HENE, LÊ BA ME DIL HEYE Û EW JI VÊ MEHRÛM IN

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî di mitîngê de axivî û ev tişt anî ziman: “Êdî dîroka bikaranîna vê desthilatê bi dawî bû û em ê wan bişînin qutuya paşveguherînê. Lê baweriya me nîne ku ev veguherin. Ew bi hezaran otobûsan bi kar tînin lê yên me tune ne. Ew afîşên janjanî li avahiyên xwe dikin lê yên me tune ne. Lê li cem me dil heye û ew jî ji vê mehrûm in. Tu kes nikare xwe li pêşiya têkoşîna her carê xwe ji xweliya xwe diafirîne bigire. Wê teqez aştî were van xakan. Yên ji her kesî xurttir em in ji ber ku heta niha tu hêzên ji mafdariyê bihêztir nehatine peydakirin.” 

ÛÇAR: SIBÊ ROJA ME YA SERKEFTINÊ YE

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî bi gotina “Sibe roja me ya serkeftinê ye” dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Ji bo ku em serkeftina xwe teqez bikin pêdiviya me bi tiştekî heye. Em ê biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em ê 24 saetan ranezên. Li dijî tifaqa hîleyê em ê sindoqan biparêzin. Gelo hûn jî li gel me ne ku em di 15’ê gulanê de Tirkiyeyeke ku îktîdara AKP-MHP’ê tê de tune û ev zilma hêjayî me tê dîtin tê de tune ava bikin? 

  Ez Stenbola ku wê qedera Tirkiyeyê diyar bike nas dikim. Heke Stenbol bixwaze dide qezenckirin û heke bixwaze jî dide windakirin. Me ev kir û wê dîsa bikin. Em ê qedera hilbijartina Tirkiyeyê li Stenbolê diyar bikin. Koroya têkçûyiyan anku berdevkên rejîma yekzilamî dîsa bang li kurdan dikin, em vê îktîdarê pir baş nas dikin, em wan ji fermana wan a zarok jî be jin jî be tişta pêwîst bikin nas dikin. Em vê îktîdarê ji Cemîleyê zarok nas dikin ku cenazeyê wê ji bo xera nebe di sarincê de hatibû sekinandin. Em vê îktîdarê ji qeyûman, ji zarokên Kurdan ên li payerêyan hatin veşartin nas dikin. Em vê îktîdarê ji koalîsyona şer a bi MHP’ê re ava kirî nas dikin. Em vê îktîdarê ji polîtîkayên tecrîdê ku weke bendeke li pêşiya aştiyê ye nas dikin. Lewma wê dengê tu Kurdan ji bo vê îktîdarê, ji bo vê zilmê neçe. Wê dengên kurdan ji bo têkoşîna xwe, ji bo dara xwe bên dayîn. 

Ne tenê bi dengê Kurdan lê hûn wê bi dengê her kesên we birçî hiştine têk biçin. Hûn wê bi nifirên kesên nikarin pariyeke nan bibin mala xwe têk biçin. Hûn wê bi tercîha 5 milyon kedkarên ji bo bijîn dixebitin biçin. Hûn wê bi kenê jinên ku hûn hewl didin bi tundî, komkujî û polîtîkaya necezakirinê serî pê bidin tewandin, bi dirûşma Jin, jiyan, azadî têk biçin. Hûn wê pir mezin têk biçin. 

Ev hilbijartin di heman demê de hilbijartina hesabpirsînê ye. Deklarasyona aştiyê, deklarasyona çareseriyê ya ku birêz Abdullah Ocalan di sala 2013’an de ji bo Newroza Amedê şandî îradeya we bû. Ev deklarasyon di bîra her kesên ji hatina aştiyê de ye. Em ê ji îktîdara ku Mutebeqeta Dolmabahçeyê tune hesibandî re bibêjin here. Em ê di vê hilbijartinê de ji îktîdara ku li hemberî aştiyê polîtîkaya tecrîwê xistî meriyetê û bi kompasên siyasî re hewl didin pêşî li ber têkoşîna demokrasiyê ya kurd û tirkan bigirin, ji rejîma yekzilamî er bibêjin here. Em ê aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê bi hev re ava bikin. 

‘EMRÊ WAN Ê SIYASÎ TENÊ BI QASÎ MOHREKÊ MAYE’

Çûyîna Partiya Çepên Kesk a Meclisê tê çi wateyê? Tê wateya nûnertiyeke xurt a gel, tê wateya komara demokratîk. Pergaleke beredayî ya bi navê pergala hikûmetê ya serokkomariyê anîn. Rejîma yekzilamî. Anku pergaleke ku heta ji bo alîkariyên erdhejê jî li devê tenê yekkesî dinêrin e. Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin. Em ê parlamentoya ku bi demokrasiya herêmî re hatiye xurtkirin, bi hev re ava bikin.

Emrê wan ê siyasî tenê bi qasî mohrekê maye. Sibe wê bi saya mohrên her yek ji me bikevin rê. Dîtin ku rejîma yekzilamî nikare wan jî xelas bike. Tu sozeke ku bikarin bidin gelên me tune ne. Lê ji bo terîqetên dijminên zarok û jinan sozên wan hene. Ji bo ku van sozên xwe bi cih bînin, dixwazin dîsa bibin îktîdar. Sozên wan ên ji bo xwezaya me talan dikin, hewayê me qirêjî dikin, sozên wan ji bo şîrketên netewî û biyanî hene, sozên wan ji bo çeteya 5’an heye û ji bo van sozên xwe bigire jî dixwaze bibe îktîdar. Lê tu sozeke wan ji bo gel nîne.” 

DAYIKEK EXTIYAR HATE DESTGİRKIRIN

Piştî axaftina Ûçar, hunermend Îlkkay Akkaya derket ser dikê û mitîng bi stranên Akkaya bi dawî bû. Piştî mîtîngê dayikek extiyar ku hîna navê wê nehat hînbûn hat destgîrkirin.